Nobedariya Nûçeyan

Di nobetê de em li pey rastiya bangawaziyê ne.

Em li gel hempîşeyên xwe ne. Rastiya pevçûnên ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ketin nav jiyana me û rê li ber mirinan vedike, bi qedexeyên weşanan ve tên veşartin. Her weha hewildidin rojnemevanan bi pêkûteyan bêdeng bikin. Bi qedexeyên nederketina tax û kolanan rastî tên berovajî kirin.

Hempîşeyên me yên ku li wan deveran kar dikin jî rastî tengasîyên mezin tên. Xebatên wan tên astengkirin, bi mirinê ve tên gefkirin, tên binçavkirin û tên girtin. Niha jî 30 hempîşeyên me di girtigehan de ne. Wekî rojnemvanên rojava, peywira me ya bingehîn piştevaniya bi rojnemevanên ku hemû tişt danîne berçavê xwe û agahîyên rast didin gel e. Em hevalên xwe yên ku di bin siya şer de kar dikin tenê nahêlin.

Piştî serdana rêxistinên ragihandinê yên herêmê, me jî wek rojnamegeran bi armanca piştevanîya hempîşeyên xwe ji bo ku pêkûteyên li ser rojnamevanan bi dawî bibe û ji bona vegotina ku rojnamevani ne sûc e, ji bona mafê gel ê agahî girtinê em ê biçin herême. Em jî li hember van nakokiyan bi hempîşeyên xwe re bi xebitin û ji bo ev tengasî ji holê rabe, em helwesta xwe aşkera nîşan didin.

Heftiyê carekê em ê komek rojnemevan biçin bajarên ku qedexeya derketina kolanan lê hatiye ragihandin, em ê nûçeyan çêbikin. Tenê bivê yekê em dikarin li karê xwe û li rastiyan xwedi derkevin.

Hevalê me yên ku dixwazin tevli vê Nobeta Nûçedariyê bibin dikarin serî li vê nav nîşanê bidin. dayanismanobeti@gmail.com