Nobederiya Nûçeyan – Fehîm Işık

Nobedariya Nûçeyan, çalakiyeke cihêreng bû. Piştî koma 8’emîn a rojnamegerên nobedar, êdî şandina koman bi dawî bû. Aktîvîstên vê çalakiyê ew ê beşdarî doza Bêrîtan Canozer a nûçegihana JINHA’yê bibin û dû re, li pey rêyên din bigerin.

Di rêvebirina vê çalakiyê ku teqrîben du meh berê destpêkirî bû de, hin hevalên dilxwaz cih girtin. A rastî, di destpêkê de ji bo çalakiyeke bi vî rengî bang li saziyên rojnamegerî yên li metropolan bûn hatibû kirin. Mixabin, saziyên rojnamegerî di rêvebirina vê çalakiyê de berpirsyarî hilnegirtin. Ango kar bi rengekê wijdanî li ser milên rojnamegerên dilxwaz ma. Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) ne tê de bû, saziyên din tenê piştgiriya vê çalakiyê kirin. CRA’yê, bi taybet jî hevserokê cemiyetê Heqî Boltan û çend rojnamegerên herêmê di rêvebirina vê çalakiyê de berpirsyariyên ber biçav girtin ser milên xwe.

***

Armanca vê çalakiyê di destpêkê de hatibû aşkerakirin. Lê armanca esasî ew bû ku piştgiriya rojnamegerên li herêmên şer lê heye, were kirin. Ango ew ê hefteyê carekî komeke rojnamegeran bihatana herêmê, li gel hempîşeyên xwe nûçeyan çêbikira û ev nûçeyên koman û her wiha nûçeyên ew sazî û rojnamegerên dixwazin rastiya herêmên şer lê heye bigihînin raya giştî û bihatina belavkirin.

***

Di 8 koman de 68 rojnameger bi rêya vê çalekiyê hatin herêmên şer lê heye. Mixabin, ev rojnameger di dema qedexeyan de nedikarîbûn bikevin kolanên qedexekirî, lê piştî qedexeyan berê xwe dan hemû herêmên şer lê heye. Kêm e, lê hin rojnamegerên rojavayê Tirkiyeyê ketin kolanên sengerkirî yên Nisêbînê jî û li van kolanan nûçe çêkirin. A esasî jî her hevalên ku hatin herêmên şer lê heye, bi tevî saziyên rojnamegerî, an jî bi rojnamegerên serbixwe re, xebitîn, piştgiriya wan kirin.

***

Di tevahiya çalakiyê de nêzî 200 nûçeyên nivîskî û dîmenî, nivîsên ber biçav, çend bernameyên radyo û televîzyonê hatin çêkirin. Hin nûçe û nivîsên vê çalakiyê li rojname, telewîzyon û radyoyên derveyî welat jî, li hin rojnameyên navendî jî hatin belavkirin.

***

Rojnameger di çalakiyan de jî diviya bû karê xwe bikira. Nobedarên nûçeyan jî we kirin. Nehatin, di konekê sergirtî de nobetên xwe negirtin. Daketin kolanan û bi tevî hempîşeyên xwe nûçe çêkirin. Dibe ku ew hêza wan tune bû ku dakevin hemû kolanan. Dibe ku hemû rojnamegerên ku dixwestin bên vê çalakiya piştgiriyê, nehatin. Dibe ku rojnamegerên hatin herêmên şer bi qasî hempîşeyên xwe yên herêmê rîsk hilnegirtin. Lê dîsa jî li hemberî ambargoya Qesrê berteka xwe nîşan dan û di belavkirina qirêjiyên hêzên ser bi Qesrê de bi rojnamegerên azad re tevgeriyan.

Niha dilxwazên vê çalakiyê li rêyên din digerin. Belê, şandina koman bi dawî bû lê gera li pey rastiyê bi dawî nebû û heta ku yek rojnamegerên azad hebe tu car jî bi dawî nabe.

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s