Di çîroka kurdan de îflasa îslamtiya tirk – Ali Akel

akel-ss

Di lîsteya kuştinê ya dewletê de navê wan wekî ‘terorîst’ hat nivîsandin. Ev jî ji bo we çîrokeke rast a ku bê’ lê û encax’ e. Çîroka kurdan…

Çareserkirina pirsgirêka kurd de îflasa îslamiyeta tirk ne ku tiştekî mirov ne li bendêye bû. Teşe girtina li gorî îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê, wekî lingekî rejîmê dema mirov liber çav bigire vê polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan, a ku niha di desthilatdariya îslamtiya tirk de derketî holê, mirov dê zêde li hember dîmenê ku niha xuya dike zêde matmayî nebe.

Berî ku mirov zêde dûr biçe, ji derbeya 12 Îlonê ya 1980’an li îro binêre, dewletê bi hêza xweyî leşkerî û siyasî polîtîka perçiqandina kurda, helandin, çok şikandin û tunekirina vîna kurda li pêş bû; îslamtiya tirk nerazîbûnekî rast bilind ne dikir. Di heman pêvajoyê de dewletê ji ber ku pêşî li desthillatdariya siyasetê bigire serî li çavkaniyên çewisandin û zehft kirinê dida (wekî hilbijartina 94’an ya herêmîde li hember pêla îslamî ya ku bilind dibû ji bo ku were astengkirin serî li derba post-modern dida û dida sekinandin) rejîmê bi feraseta mezkûr şerê li hemberî kurda hem madî hem jî manewî peywîra hewzekî fereh di dît û di bîne jî.

Di serê salên 90’î de ji derve di qada demokrasî û azadiyê de pêşketinên ku di hatin keydkirin, li hemberî vê tecrûbeyên ku di hundir de di hatin destxistin, dema îslamtiya tirk ber bi desthilatdariyê diçû hewceyî bi erêbûnê didît. Di encamê de nîv leşkerî, nîv siyaseta çepgir, siyaseta netewperestiya laîk ji derve hiştin, rastî polîtîkayên ji derve hiştinê dihat û ev siyaseta ku mexdûrî jiyan dikir, di 3’yê mijdara 2002’an bi AKP desthilatdarî dest xist. Ev sedemên ku li jor, ji hêla kurda de bendewariyek ava kir.

Pêvajoya qada ku tevgera çekdariya kurd destê xwe ji tetikê kişandî de, desthilatdariya AKP ku desthilatdarî pêşkeş dikir, di çareserkirina pirsgirêka kurd de nîşaneyên ji selefan cudatir ku dida xuya kirin jî, lê îro dîsa vekirî xuya dike ku dewlet dîsa xwendina ezberên xwe didomîne. Piştî nameya ku serokê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî (21’ê adara 2013’an) de hat xwendin bal dikişand ser ku demekî nêzde hikûmetê jî zimanêkî nêzî zimanê nameyê kar dianî û ev jî dibû sedem ku me ev pirs kir: “ev zimanê ku nêzî asta wekî hev hatî karanîn, dibe ku nîşaneya giyanekî wekhev be?”

Ji bo em li rewşa li Cizîr û Sûrê hat jiyîn û îro roj jî li navendên wekî Şirnex, Gever û Nisêbînê tê jiyîn serwext bibin, em beşeke nivîsa bi sernavê ‘Kekoyê’ tirk jî gelo li hemberî “dewletê” serî radike? ku di malpera T24’ê de hat weşandin binêrin dê baş bibe: “Di nameya ku tê de ji bo tirk û kurdan banga avakirina pergaleke ‘li gorî çanda xwe ya xweser û şaristaniya xwe’ hat kirin de, di şexsê Ocalan de aliyê kurd li ser esasên wekheviyê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bi zelalî datîne holê. Heta ku li naverastê destkeftiyeke şênber tune bû û Ocalan ligel vê jî banga vekişîna derveyî sînor dema li PKK’ê kir; ev yek ne tenê di nav kadroyên tevgerê de di heman demê de di nav gelê kurd de jî rê li nîqaşên bêdeng vekir. Em vê têbiniyê niha li vir bihêlin û îşaret bi du encamên girîng ên ku bi rêya vê nameyê derketin holê, bikin. A yekemîn, wê jehriya ku Erdogan digot; ‘Em ji bo çareseriyê dikarin hemû rê û rêbazan biceribînin. Heke di encamê de em jehrê jî vexwin em ê ji vexwarina wê jehrê xwe nedin alî’, Ocalan li pêşberî milyonan vexwar. A duyemîn jî bi 21’ê Adarê re arguman û ihtîmala ku aliyê kurd ew ê maseya aştiyê birûxîne ji holê rabû.”

Di vê neqebê de heke mirov pirseke wekî; lê piştre çi bû û çi qewimî bipirse ew ê ev yek bê wate be ji ber ku em tev bi hev re dijîn; kurt û kurmancî dewlet/hikûmet di encama hevdîtinên bi qasî 2 sal û nîvan di navbera Îmrali, Enqere, Qendîlê de berdewam kirin û encameke li gorî dilê xwe bi dest nexist pêhna xwe li maseyê xist; ev jî bû sedema texrîbateke giran.

Erdogan wêne û mutabakata Dolmabahçeyê, red kir.

Hikûmeta Davutoglu xwedî li pêvajoyê derneket û li holê hişt… Abdullah Ocalan ji 5’ê nîsanê û şûnde li Îmraliyê ket bin tecrîdekê giran. HDP’ê tevî hemû zextên ji bo ku bi serbixwe tênekevin hilbijartinan jî, bi navê partiyê ket hilbijartinê û hikûmeta AKP’ê ji îktîdarê xist.

Êrîşên ku beriya hilbijartina 7’ê hezîranê dest pê kir û bi bombeyên Pirsûs û Enqereyê, hilbijartina 1’ê mijdarê dom kir, AKP careke din bû îktîdar.

Li hemberî lûtkeya şerê ku AKP û dewletê daye destpêkirin,  PKK’ê jî şer xist bajaran. Kurteya tiştên ku niha tên jiyîn ev in.

Em dixwazin li vir bêhnokek deynin û ev pirsan bipirsin; Gelo me gelê Cizîrê cara yekeme rastî van tiştên tên jiyînin?

Gelo ma cara yekeme cizîrê van tiştan dijîn?

Na.

Gelo ma cara yekeme li diwarên wan nivîs hatin nivîsandin? Malên wan cara yekem e tên xerakirin,wêrankirin? Cara yekeme tên koçberkirin?

Na.

Gelo cara yekem bû ku ala tirk li dîwarên hundir, derve û li depên reş dihat xîz kirin?

Gelo cara yekem bû ku rastî nivîsên JOH, POH, Esedullah û ‘Hûn dê hêza tirkan bibînin’, ‘îtaeta hêza tirkan bike’ dihatin?

Gelo di nivîsên xwe yên ser diwaran de cara yekem bû ku ji Rojhilat re silav di şandin?

Gelo me cara yekem bû ku sirûda mehterê û tekbîr dibihîstin?

Gelo ma cara yekem bû ku kesên rûpoş û birih di mal û kolanên wan de bûn?

Gelo ma cara yekem bû ku mirîşk û pisikên wan di kuştin?

Gelo ma cara yekem bû ku rûmeta û heysiyeta wan bi kiryarên dijmirovî bin pê dikirin?

Na.

Ya yên li Sûrê? Ma biyaniyên van kiryarên dewletê bûn?

Na.

Ya Şirnex, Gever, Nisêbîn, Ferqîn, Silopî, Wan û Colemêrg?…

Na.

Yên duh, bi gotinên ‘Yên ji bo dewletê gule di avêje û guleyê dixwe jî xwedî şeref e’ zilma dewletê ya li ser gelê kurd, di parastin…

Ên îro jî heman zilmê, bi hestyarbûna wêneyên zilmê û bi şandina wêneyên ji bo wan zaliman, dijîn û diparêzin.

Ên bi unîforma, heta duh di girtîgeh û odeyên îşkenceyan de bi darê zorê sirûda îstîklalê û gelek sirûdên cuda, heta ku  qirika kurdan perçe dibû pê  dida xwendin.

Îro jî li dibistanên seretayî de, 10 çar rêzikên sirûda îstîklalê didin xwendin û çar rêza dawiyê jî heta ku qirika wan perçe dibe didin qîrkirin, xwendin!! û serokwezîrê dewletê vê bûyerê di weşana zindî de li ber kamerayan bi awayekê hestyarî vedibêje!..

Cara destpêkê min navê wî dema parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz çîroka Cizîrê vedigot, bihîstibû. Digot ‘Apê Mehmet’ û piştre jî digot ku ‘Paşnavê wî nayê bîra min’. Digot ku ‘di nav 25 salan de ango çarêkek sedsalê de sê felaketên mezin’…

Welatiyên bi navên Mehmet Şahîn û hevsera wî Emamê Şahîn tevî zarokên xwe li gundê Baglarbaşi ê Cizîrê dijiyan. Ew jî dema ku wekî hemû şêniyên gund jiyana xwe ya asayî derbas dikir, di sala 1990’an de dewlet hatiye ber deriyê wan! Dewletê tevî van hevseran, bi darê zorê xwesertiye ku hemû kes bibe cerdewan.  Qebûl nekirine. Tevî gundê wan, hebûn û nebûna wan hatiye xera kirin û şewitandin.

Li gorî agahiyên min bidestxistin, her wiha bi awayekê lezgîn koçî Cizîrê dibin û li taxa Cûdî yê bicih dibin….

Di sala 1992’an de dema ku asta tundiya dewletê di lûtkeyê de, di encama êrîşekê de roketek li avahiya wan dikeve û di vê êrîşê de tevî keça wî, zavayê wî jî jiyana xwe ji dest dide.

Di dema ku Cizîr ji aliyê dewletê hatiye dorpeçkirin jî, keça wan a bi navê Hatîce Acar û zarokên wê yên ku çend kolanan ji wan dûr rûdinin jî, dan zanîn ku tevî hewldanên wan dayik û bavê wê nexwestine ji mala xwe derkevin. Wisa xuya dike ku Mehmet Şahîn ê ku çend sal berê êdî çavên wî ne dît gotiye ku ‘Bi vî halê xwe ez naxwazim ji bo tu kesî bibim bar. Dê kî li çi pîrekalekê di temenê min de bike û dê çima zirarê bidê?’

Ji avahiya xwe derneketine û vê carê mala xwe neterikandine.

Di axaftinên xwe yên dawî de ji keça xwe Hatîceyê re gotine ku ji ber tunebûnê avê, pêwîstiya xwe ya avê bi ava baranê bicih tînin.

Zarokên wan, qetilkirina bav û dayika xwe ji cîranên xwe dibihîsin. Çar rojan nehiştine ku têkevin malê. Dema ku di bin betaniyê de radizan, hatibûn kuştin. Piştî çend rojan ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve ji malê hatin derxistin û li Şirnexê hatin definkirin.

Dema ku li cem hev hatin qetilkirin, ap Mehmet Şahîn 78 salî û dayika Emame Şahîn jî di 75 saliya xwe de bû.

Di lîsteya kuştina ya dewletê de navê wan wekî ‘terorîst’ hat nivîsandin. Ev jî ji bo we çîrokekê rast a ku bê ‘lê û encax’ bû. Çîroka rast a kurdan.

Heqîqeta tazî!…

Ya rast, ên duh ên îron e… Yên îro jî yên duh in.

Ali Akel  Rojnamegerê di Koma Rojnamegerên Nobeda Nûçeyan de cih digirt.


Ev nivîsa li bloga Nobedariya Nûçeyan û her weha li rojnameya Azadiya Welat hatiye weşandin.

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s