ROHAT AKTAŞ – Fehîm IŞIK

Hefteya çûyî, ez û çend hevalên rojnameger ên ji rojname û malperên cuda, wekî nobedara nûçeyan li herêmên şer lê heye bi hempîşeyên xwe re xebitîn. Derdê me ne ew bû ku em xwe derxin pêş. Derdê me, hevalên me bûn; ew ên ku di rewşa herî zor de nûçeyan çêdikirin, ew bûn. Me dixwest em bal bikşînin rewşa hevalên xwe.
Em wekî koma dûyemîn hatin piştgiriya hevalên xwe. Diyar e ev çalakiya, ew ê çend hefteyên din jî bidome. Di koma dûyemîn a nobedara nûçeyan de me ewilîn hevdîtina xwe bi hevalên Rohat Aktaş re çêkir.

Li rojnameyên din de çawa ye nizanim, lê di rojnameyên kurdan de baş dizanim ku midûrên nivîsan pirî caran ên herî ciwan in. Ên rêveberiya fermî ya rojnameyên kurdan dikin, her wisa berdêla herî mezin hildigirin ser milên xwe. Hin car bi salan ceza didin van rêveberan. Van hevalên me yên ciwan bi rêveberiya fermî dest bi kar dikin û ger ji cezayên dewletê xilas bibin, di vê navberê de rojnamegerî jî pêşve bixin, dikarin bibin yek ji esasên saziyên xwe.
Rohat Aktaş jî ciwaneke wisa bû û wekî midûrê nivîsan li Azadiya Welat dest bi karê xwe kiribû.

Di ewilîn hevdîtîna koma duyemîn a nobedariya nûçeyan de me rewşa Rohat Aktaş, pirsî. Wekî tê zanîn Rohat, li Cizîrê di jêrzemîna ewil de asê mabû û birîndar bû. Bi qasî ku ew bi xwe agahî daye, birîna wî ewqas giran nîne. Di vê navberê de çend car bi rêya telefonê bi hevalên xwe yên Azadiya Welat re û carek jî bi diya xwe re axivî ye. Di her axaftinên xwe de bal kişandiye kiryarên qirêj ên hêzên dewletê û gotiye, “Hêzên dewletê dixwazin me teva bikûjin.” Di axirîn hevdîtîna xwe ya bi telefonê de hem ji hevalên xwe re, hem jî ji diya xwe re, bêtirsiya xwe aşkera gotiye û yek rêyek nîşanî gel daye: Berxwedan…

Niha ji van ciwanên me, ne tenê hempîşeyê me her wiha jî rêhevalê me, ji Rohat Aktaş me çi agahî tune ye. Li Cizîrê hêzên dewletê qetlîamek pêk anîn. Bi qasî ku tê zanîn ji 138 kesan çi agahî naye wergirtin. Her wiha herî kêm 110 cenaze li nexweşxaneyan de ne. Piraniya van cenazeyan hatine şewitandin û nayên naskirin.

Dibe ku yek ji van kesên ku bi destê hêzên dewletê û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin, Rohat Aktaş be.
Ew, ji bo agahiyên rastîn ên Cizîrê werin bihistin, bi dilekî hêsa berê xwe dabû Cizîrê. Dixwest rastiya berxwedana Cizîrê, rastiya xwînxwarî û bêwijdaniya dewletê bigihîne dinyayê. Ji bo wî jî li Cizîrê ketibû pey nûçeyan.

Lê niha, em ketine pey wî da ku em bizanibin wan xwînxwar û hovan çi anîne serê wî û hevalên wî. Dibe ku em niha ji Rohatê xwe hayîdar nebin, lê qet şik nîne, ew ê dîrok rojek Rohatan jî, xwînxwar û hovan jî binivîsîne. Ew ê Rohatan her tim bilindahiya me bin…

Ev nivîsa li rojnameya Azadiya Welat hatiye weşandın.

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s