Koma Duyemîn a Nobedariya Nûçeyan Destpêkir *

Demek berê çend rojnamegerên li rojavayê Tirkiyê dijîn bi navê Nobedariya Nûçeyan dest bi çalakiyeke kirin. Di koma yekemîn de 8 rojnamevan hatin, li gel hempîşeyên xwe yên li qadên ku şer lê hene nobedariya xwe pêk anîn. Niha jî koma dûyemîn dest bi xebatên xwe kir. Di koma duyemîn de rojnamevana serbest Tugba Tekerek, ji rojnameya BîrGunê Zeynep Yunculer, ji rojnameya Cumhuriyetê Pinar Ogunç, berpirsiyarê giştî ya rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, berpirsiyarê giştî ya rojnameya Agosê Yetvart Denzîkyan, ji malpera Bîanetê Elîf Akgul, ji malpera Sol Portalê Mesût Bayram û rojnamevan Fehîm Işik cîh digrin.

bcb63d0d-ab57-4178-a216-d95c01218c84

Koma duyemîn bi civîna navxweyî dest bi xebatê xwe kir. Rojnamevanên koma duyemîn, dezgehên rojname û telewîzyonan di nav hev de parve kirin. Fatîh Polat, ew ê nobeta xwe li ajansa DÎHA û rojnameya Diyarbakir Ekspresê, Fehîm Işik ew ê nobeta xwe li teyewîzyonên Kurdsat û Warê, Elîf Akgul ew ê nobeta xwe li ajansa JINHA’yê, Yetvart Denzîkyan ew ê nobeta xwe li telewîzyona ÎMC’yê, Tugba Tekerek ew ê nobeta xwe li telewîzyona Azadî û DÎHA’yê, Mesut Bayram ew ê nobeta xwe li niwêneriya malpera T24, rojnameya Ozgur Haber û telewîzyona Ozgur Gunê, Pinar Ogunç ew ê nobeta xwe li rojnameya Tîgrîsê û Zeynep Yunculer jî ew ê nobeta xwe li niwêneriyên telewîzyona Hayatê, malpera Haberdarê û JINHA’yê bidomînin.

Koma duyemîn ya nobedarên nûçeyan piştî kar belavkirinê çûn seredana rojnameya Azadiya Welat. Wekî tê zanîn mudurê karê nivîsan a Azadiya Welat Rohat Aktaş, li Cizîrê piştî êrîşên hêzên dewlet birîndar bibû û çend roj e ku di der haqê wî de çi agahî tune ye. Koma duyemîn bi vê seredana xwe ve xwest piştgiriya xwe ya ji bo Rohat Aktaşî nîşan bide.

Di hevdîtînê de Zeynel Bulutê edîtorê Azadiya Welat pêşwaziya rojnamevanan kir û di der haq Rohat Aktaş de agahiyan da.

Rohat Aktaş, li meha 12’an ya sala derbasbûyî li Cizîrê dikeve pêy şopa nûçeyan. Piştî meheke, li Cizîrê bi tevî çend çalakgerên sîvîl rastî êrîşên hêzên dewletê tê û birîndar dibe. Zeynel Bulutê edîtorê Azadiya Welatê dibêje heta du-sê roj berê jî em dizanibûn ku birîna wî ne giran e, lê ji ber ku bi tevî hevalên xwe yên din di mehserêyê de mabûn nikaribûn ji qadên şer derkevin. Niha jî di der haqê wan de çi agahî tune ye. Piştî êrîşa dûmahî ya ku 7’ê sibatê pêk hatiye heta niha, ji Rohat Aktaş û çalakgerên sîvîl yên din çi agahî naye wergirtin.

Koma duyemîn a Nobedarên Nûçeyan, roja xwe ya ewil ew ê lîstîka Amedspor û Fenerbahçeyê bişopînin û dû re seredana Baroya Amedê bikin.

* Nûçeya Fehîm Işikê ku yek ji çalakgerên Nobedara Nûçeyan e

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s